Max Stirner
Jidayikbûn | |
---|---|
Mirin | |
Cihê goristanê |
Friedhof II der Sophiengemeinde Berlin (en) |
Navê jidayikbûnê |
Johann Caspar Schmidt |
Nasnav |
Max Stirner |
Hevwelatî | |
Perwerde | |
Pîşe | |
Hevjîn |
Marie Dähnhardt (en) |
Qada xebatê | |
Tevger | |
Xwendekarê |
Georg Wilhelm Friedrich Hegel, Christian Kopp (d), Carl Ritter (en), Heinrich Ritter (en), Georg Benedikt Winer (en) |
Bandorbar |
Georg Wilhelm Friedrich Hegel, Ludwig Feuerbach (en), Bruno Bauer (en), Adam Smith, Jean-Baptiste Say (en) |
The Ego and Its Own (d) |
Johann Kaspar Schmidt (z. 25 tebax 1806 – m. 26 puşper 1856), bêtir bi navê Max Stirner tê zanîn, fîlozofekî alman e. Ew bêtiri pêşîvaniyê nihilîzm, existentialism, psychoanalytic theory, Postmodernîzm û anarşîzm, taybeti îndividualîst anarşîzm tê pejirandin.[çavkanî hewce ye] Pirtûka wî ya sereke "Ez u Xwe" (Der Einzige und sein Eigentum) e. Ev pirtûk cara pêşîn di sala 1845an de li Leipzigê hatiye çapkirin.
Jînenîgarî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Stirner li Bayreuth, Bavyerayê ji dayik bûye.
Pir hindik di derbarê jiyana wî de tê zanîn û ew jî bi piranî bi saya nivîskarê alman ê skotlandî John Henry Mackay hatine tomarkirin ku wî biyografiya Stirner (Max Stirrer - sein Leben und sein Werk) nivîsandiye û pirtûk di sala 1898an de bi almanî hatiye çapkirin (di 1910 û 1914an de hatiye mezinkirin). Stirner zarokê tenê yê Albert Christian Heinrich Schmidt (1769–1807) û Sophia Elenora Reinlein (1778–1839) bû, ku ji mezhebê luterîtî bûn.[1] Bavê wî di 19ê nîsana 1807an de di 37 saliya xwe de ji ber nexweşiya zirav mir.[2] Di 1809an de diya wî bi Heinrich Ballerstedt (dermansaz) re zewicî û li Kulma Prusyaya Rojava (niha Chełmno, Polonya) bi cih bû. Dema ku Stirner bû 20 salî, ew beşdarî zanîngeha Berlînê bû, [2] li wir fîlolojî xwend û beşdarî dersên Georg Wilhelm Friedrich Hegel bû, ku ji bo ramanên wî Hegel dûre bûye çavkaniyeke îlhamê. [3] Ew beşdarî dersên Hegelî yên li ser dîroka felsefeyê, felsefeya dîn û rihê subjektîf bû. Stirner paşê çû zanîngeha Erlangen, li wir bi Ludwig Feuerbach re di heman demê de bû. [4]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Leopold, David (1995). Stirner: The Ego and Its Own, 1995. Cambridge University Press. ISBN 978-1316583654.
- ^ a b "John Henry Mackay: Max Stirner – Sein Leben und sein Werk" Girêdana arşîvê 9 çiriya paşîn 2016 li ser Wayback Machine. p. 28.
- ^ The Encyclopedia of Philosophy, volume 8, The Macmillan Company and The Free Press, New York 1967.
- ^ Stepelevich 1985.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |